Asayîşê da zanîn ku şervanên wan karîne hewlên wan pûç bike û bersiva êrîşê bide
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê di daxuniyê de got:
“Komên çekdar ên hikûmeta Veguhêz ku di nav wan de milîsên "Emşat, Hemzat û Nûredîn Zengî" hene, ji eniya Wadî Zeytûnê du caran hewl dan bikevin nav taxa Şêx Meqsûdê.
Ev êrîş bi piştgiriya rasterast a tank û çekên giran hatin kirin.”
Asayîşê da zanîn ku hêzên wan karîne her du hewlên wan pûç bike û bersiva êrîşê bide.
Di encamê de komên êrîşkar neçar mane ku ji wê eniyê bipaş ve bikişin.
Di heman çarçoveyê de, topbarana bi topên giran a li ser taxa Şêx Meqsûdê ya ji aliyê komên ser bi hikûmeta Şamê ve di roja çaremîn a li pey hev de didome.