DFGê diyar kir ku medyayê bi refleksa rojnamegeriyê hemû kitekitên daxuyaniyê parve kir û wiha dom kir:
"Yek ji van hûrgiliyan jî dîmenên daxuyaniya dîrokî bû. "
Komeleyê da zanîn ku JINNEWS, Ajansa Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad in,rastî astengiyan hatine.
DFGê tekez kir ku tevî vê gava dîrokî ku aştiya li herêmê zêde dike,dewlet zîhniyeta xwe ya qedexeker, kêliya dîrokî hem jî rojnamegerî di bin siyê de dihêle.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê di dawiyê de got ku banga wan li platformên behsa xeberê ye ku naverokên hatine astengkirin dîsa vekin.