Amedspor li mala xwe 2 puan winda kirin

Di hefteya 11`emîn a Lîga 1emîn a TFFyê de, Amedspor li mala xwe bi Îstenbolsporê re lîst û maç bi wekhev bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maç li Amedê bi amadebûna hezaran alîgirên Amedsporê hat lîstin.

Di maçê de, herdu tîman  gelek hewldan  kirin ku  golan bînin.

Lê di dawiyê de, maç bi encama 0-0 bi dawî bû.

Bi vê encamê, Amedsporê hejmara puanên xwe gihand 20an û Îstanbulsporê jî hejmara puanên xwe gihand 13an.

Alîgirên Amedspor: Postera Rojîn Kabaîş hildan

Berî maçê, alîgirên Amedspor sirûda "Bimeşe Amed" ya ku ji hêla Selahattîn Demîrtaş hatibû avêtin, bilindkirin.

Dîsa alîgirên Amedsporê postereke mezin a Rojîn Kabaîş hildan û gotin `Jin jiyane hûn nikarin dawî li jiyanî bînin`.

Ji aliyeke din endamê koma Amedê jî di lîstigeha Amedsporê de amadebûn û maç temaşekirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye