Di hefteya 35'emîn de, taximê Everton û M,Ctiy'yê, hatin beramberî hev.
Manchester City di deqeya 43'yemîn a nîvê yekem de, gola yekem ji hêla lîstikvanê xwe yê Belcîkî Jeremy Doku ve anî.
Lê belê, taximê Evertonê bi sê golên li pey hev bersiv da.
Lîstikvanê Fransî Thierno Barry, golên yekem û sêyem avêtin (di deqeyên 68 û 81emîn), dema ku hevalê wî yê taximê Îrlandî Jake O'Brien di deqeya 73'yemîn de gola duyem avêt.
Êrîşkarê Norwêcî Erling Haaland, di deqeya 83'yemîn de kêmasiya City'yê kêm kir, û piştre Jeremy Doku hem gola xwe ya duyem û hem jî gola sêyem a taximê xwe, di deqeya heftemîn a dema zêde de avêt.
Everton derket rêza dehemîn û puanên xwe kir 48
Manchester City'yê neçar ma, ku piştî vê encamê tenê yek puanê bi dest bixe û ji 34 maçan bi tevahî gihîşt 71 puanan.
Ctiy niha di Premier Leagueyê de, di rêza duyemîn de bi pênc puanan li paş Arsenalê ye.
Çarenûsa wan niha di destê wan de ye.
Tevî encamên hevrikên wan, serketina sê maçên mayî ji bo misogerkirina şampiyoniyê bes e, da ku demeke dirêj li bendê bû.
Di vê navberê de, Everton derket rêza dehemîn û puanên xwe kir 48.