Pîrozbahiya taximê Amedsporê wê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê pêk were, lîstikvanên Amedsporê wê li vir Kûpayê rakin.
Amedspor di hefteya dawiyê ya Lîga 1'emîn a TFFê de, li hemberî Îdir FKê 3-3 wekhev derket, û Amedsporê Şampiyoniya xwe ragihand.
Taximê kesk-sor ê ku piştî maça Îdirê dest bi pîrozbahiyên şampiyoniyê kir, wê roja yekşemê Kûpayê hilgire.
Amedsporê derbasî Lîga Superê bû, ji bo parvekirina coşa Şampiyoniyê bi alîgirên xwe re, bernameya pîrozbahiyê eşkere kir.
Amedspor wê bi otobuseke vekirî derkeve gera bajêr
Ji ber ku kapasîteya Stadyûma Amedê têra mêvan û alîgiran nake, wê pîrozbahî li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan pêk werin.
Kulûbê hemû alîgirên Amedsporê vexwend şahiya ku dê li Parka Newrozê were lidarxistin.
Beriya pîrozbahiyan, lîstikvanên futbolê yên Amedsporê wê bi otobuseke vekirî derkevin gera bajêr, paşê wê berê xwe bidin Parka Newrozê ku wê pîrozbahî li wir bê lidarxistin.
'Ji bajarên cuda yên Tirkiyê dê beşdarî pîrozbahiyê bibin'
Serokê Kulûba Amedsporê Nahît Eren wiha got:
"Em difikirin ku ev coş wê li stadyûmê neyê, ji ber ku em difikirin ku ne tenê ji Amedê, lê ji bajarên cuda yên Tirkiyê jî dê beşdar bibin.
Ji ber vê yekê, em armanc dikin ku bûyereke berfirehtir û zindî be.
Piştî civîna ku em ê li dar bixin, em ê hemû naveroka pîrozbahiyê bi raya giştî re parve bikin."