Amedsporê di rêya Lîga Superê de avantajeke mezin winda kir

Amedspor li sahaya xwe bi Bodrûmsporê re 1 û 1 ma û di rêya çûyîna Lîga Superê de avantajeke mezin winda kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de Amedspor û Bodrûmspor di hefteya 37emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. 

Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maç dest pê bike, li stadê cihê xwe girtin û dirûşmeyên “Kîne em Kurd in em”, “Kesk Sor Şampiyon Amedspor” berz kirin û sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin.

Ji Zaxo bigire heta Afrîkayê ji bajarên bakurê Kurdistanê bigire heta bajarên Tirkiyê bi deh hezaran alîgir hatibûn stadê.

Amedspor û Bodrûmspor bi pankarta “Em aşiqî fûtbolê ne li dijî çêra ne” derketin sehayê.

Amedspora ku bi lez dest bi maçê kir, gelek pozîsyon dîtin.

Lê nekarî golê biavêje. Di deqeya 5an de lîstikvanê Bodrûmsporê Alî Aytemûr faûl kir û hakemê maçê qertê sor nîşan da û ji lîstikê derxist.

Alîgiran di maçê de bêrawestan dirûşme berz kirin. Dema di maçê de deqe bû 21 alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekir Dîren” gotin.

Di maçê de her du tîman jî pozîsyonên golê dîtin, lê nekarîn biavêjin û beşa maçê ya yekê 0 û 0 bi dawî bû.

Bi destpêkirina beşa duyemîn re, Amedsporê jî û Bodrûmsporê jî pozîsyonên girîng dîtin.

Piştre di deqeya 64an de bi asîsta Dîa Saba Danîel Moreno gol avêt û Amedspor 1 û 0 ket pêşiya Bodrûmsporê.

Alîgiran bê rawestan piştgiriya tîma xwe kirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Em ê bi berxwedanê ser bikevin”, “Şampiyon Amed” berz kirin.

Piştre Amedsporê çend pozîsyonên bi bandor dîtin, lê nekarî goleke din biavêje. 90 deqe bi skora 1 û 0 bi dawî bû, ji ber wê hakeman 5 deqe li maçê zêde kirin.

Ber bi dawîbûnê ve lîstikvanê Bodrûmsporê Îsmaîl Tarim di deqeya 94an de gol avêt û skor bû 1 û 1. Maç bi vê skorê bi dawî bû.

Sariyersporê, Erokspora ku hevrikên Amedsporê ne û di rêza duyemîn de bûn, bi 1 û 0 têk çû. Ji ber vê yekê Amedsporê di rêya çûyîna Lîga Super de avantajeke mezin winda kir.

Amedspor dê di 2yê Gulanê de li sehaya Îdirsporê bi Îdirsporê re bilîze. Erokspor jî dê li sehaya xwe bi Pendîksporê re bilîze.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye