Konferans bi amadebûna Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û hejmareke berpirsên hikûmî û akademîsyenên navdewletî destpê kir.
Di Konferansê de Nêçîrvan Barzanî axivî û bang li hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî kir û got: "Ji bo bicihanîna dadweriyê û asayîkirina rewşa Şingalê pêwiste gavên cidî bavêjin.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji bo konferansê xwest û got: "Ev konferans gelekî girîng e û wê di belgekirina komkujiya Êzidiyan de roleke baş bilîze û bibe çavkaniyeke girîng."