Bahçelî pêvajoya ku bi banga Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kiriye nirxand û got:
"Ger kes ji bo vê serdanê razî nebe, ez ê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û ez ê dudilî nekim ku biçim Îmraliyê."
Her wiha Bahçelî di derbarê pêvajoya bêçek kirinê de diyar kir ku kesên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin hene. Di vê pêvajoyê de bal kişand ser pêwîstiya hişyariyê û got:
"Miletê Tirk dê bigihêje bihareke mayînde. Niyet baş e û encam jî sûdmend e. Tenê daxwaza me ev e ku her kes bi berpirsiyariyê tevbigerin. Wekî ku em her tim dibêjin, her tişt ji bo Tirkiyeyê ye."