Artêşa Îraqê di pratîkê de hewil dide xwesteka Hakan Fîdan pêk bîne

Piştî gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ên li dijî Şengalê, artêşa Îraqê bêyî hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê, dixwaze noqteyeke nû ya leşkerî li benda kontrolê ya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê ya li ser rêya Geliyê Kersê û Sinûnê çêbike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan berî niha bi çend rojan gef li Êzidiyên Şengalê xwaribû û xwestibû ku Îraq li dijî hêzên Êzidiyan bikeve tevgerê.

 

Îraqê, daxuyaniyên Fîdan di gotin de red kirin, lê artêşa Îraqê di pratîkê de dikeve nava hewldanên ku rê li ber aloziyan veke.

 

Li gorî agahiyan, duh di derdora saet 15.00’an de artêşa Îraqê bêyî hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê, bi kepçe û dozeran berê xwe daye benda kontrolê ya Şehîd Gênco ya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê, da ku noqteyeke leşkeri ya nû ava bike.

 

Benda kontrolê ya Şehîd Gênco ya bi ser Asayîşa Êzidxanê ve, ji 2017’an ve hatiye danîn.

 

Ev Benda kontrolê demeke dirêj e, bi awayekî hevbeş ji aliyê Asayîşa Êzidxanê û Polîsên Federal ve tê birêvebirin ku heya niha ti pirsgirêkan jî rûnedane.

 

Rexmî zêdebûna gefên DAIŞ’ê Artêşa Îraqê dest bi bêçekirina Êzidiyan kir

 

Her wiha di vê demê de ku gefên DAIŞ’ê li ser Êzidiyên Şengalê zêde bûne de, artêşa Îraqê li Şengalê dest bi bêçekirina welatiyên Êzidî kiriye.

 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke ji hêzên ewlekariya Şengalê daye ajansa ROJ NEWS`ê, duh êvarî artêşa Îraqê li seranserî Şengalê dest bi operasyona komkirina çekan kiriye.

 

Çavkaniyê, diyar kir ku artêş dixwaze dest deyne ser çekên welatiyên Êzidî ku ji bo ku xwe ji fermanê û gefên çeteyan biparêzin li gel xwe digirin.

 

Hate gotin ku wê di nava van çend rojan de li hemû gund û komelgehên Şengalê operasyona destdanîna ser çekên Êzidiyan bimeşînin.

 

Çavkaniya taybet, diyar kir ku beriya fermanê jî hêzên fermî yên li Şengalê tevî xeteriyên DAIŞ’ê jî dest danîn ser çekên Êzidiyan û paşê jî DAIŞ`ê êrîşî Êzidiyan kir.

 

Çavkaniyê, da xuyakirin ku hewldana artêşa Îraqê ya niha senaryoya 2014’an bi bîr dixe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye