QSD`ê encama şerê salekê li dijî DAIŞ`ê ragihand

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê ragihand ku di sala 2025'an de bi operasyonên ewlehî û leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê, 140 çete hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2025'an a operasyonên ewlehî û leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonên QSD û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de bi dehan kesên ku tev li çalakiyên terorî bûne hatin girtin û kuştin, her wiha torên destekdayîna lojîstîk hatin jihevxistin, cih û navendên DAIŞ'ê hatin rûxandin û çek û teqemenî berî ku di nav sivîlan û saziyên fermî de werin teqandin, hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonan di parastina bi mîlyonan sivîl, parastina aramiyê û pêşîgirtina li vegera DAIŞ'ê de roleke sereke lîst, bi taybetî bi rêya kontrolkirina kamp û girtîgehên çeteyên DAIŞ'ê.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî lewazkirina DAIŞ'ê lê hîn jî metirsiya wê heye û hewl didin ji valahiya ewlehiyê feydê bibînin û aramiyê têk bibin.

Di daxuyaniyê de pabendiya domandina têkoşîna li dijî terorê bi rêbazên leşkerî, ewlehî, civakî û fikrî bi hevkariya hevkarên navneteweyî hat dubarekirin.

Li gorî daxuyaniyê, amar wiha ne:

Operasyonên ewlehî û leşkerî: 163

Operasyonên lêgerînê yên berfireh: 3

Operasyonên biserdegirtinê: 128

Pevçûnên rasterast bi çeteyên DAIŞ'ê re: 32

Çeteyên DAIŞ'ê yên hatine girtin: 140

Çeteyên DAIŞ'ê yên hatine kuştin: 13, ji wan 3 serçete ne

Mayînên ku hatine betalkirin: 79

Êrişên DAIŞ'ê: 220

Rêjeya operasyonên li dijî DAIŞ'ê li gorî deveran wiha hatin diyarkirin:

Li deverên gundewaran ji sedî 70

Li bajar û bajarokab ji swdî 20

Li rêyên sereke ji sedî 10

Di salê de rêbazên êrişên DAIŞ'ê:

Şaneyên veşartî yên biçûk

Mayîn û kemînên biçûk

Hedefgirtina sivîlan û binesaziyê

Propaganda û zimanê nefretê

Encamên sereke wiha hatin diyarkirin:

Hêza operasyonan a DAIŞ'ê hat lewazkirin

Torên destekdayîna lojîstîk û hevkarên wan hatin jihevxistin

Têkbirina bi dehan êrişên li dijî sivîlan

Xurtkirina aramiya herêmê

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye