Li Ezazê di navbera malbatekê û Hêzên Ewlekariyê de alozî derket

Li Bajarê Ezazê yê bakur rojavayê Helebê, şer di navbera hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û malbatekê de derket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li Ezazê, Hêzên Ewlekariya Giştî ciwanek ji malbata el-Hemûş girtin.

SOHR’ê ragihand ku malbata ciwanê girtî, gef li Hêzên Ewlekariya Giştî xwarin û gotin ku eger girtiyê wan neyê berdan, wê hêzên "Ewlekriya Giştî" ji bajêr derxin.

Li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê jî, hin çekdarên nenas êrîşî navenda polîsan a bajarê Casim li gundewarê bakurê Derayê kirin.

SOHRê da zanîn ku li Derayê 2 xanî ji aliyê çekdarên nenas ve, hatin şewtandin û maleke din jî, bi RPGyan hate wêrankirin, pişt re qedexeya derketina derve ya demkî li bajarê Tefes û gundewarê rojavayê Derayê hat ragihandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye