Ev 19 meh in hikûmeta Başûrê Kurdistanê nehatiye avakirin

Nêzîkî du salan e hilbijartin ji bo parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye encamdan, lê heta niha li gor vê hilbijartinê hikûmeta nû nehatiye avakirin. PDK’ê gelek caran seredana aliyên siyasî kiriye, lê li ser parvekirina postan negihîştiye ti encaman. YNK’ê jî hevpeymaniyek digel çend aliyên siyasî ava kiriye û daxwaza nîvê hikûmeta nû dike, lê heta niha PDK’ê bi fermî bersiva YNK’ê nedaye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Nêzî 19 mehan di ser lidarxistina hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê re derbas bûne, lê heta niha ne desteya serokatiya parlamentoyê hatiye diyarkirin, ne jî kabîneya nû ya hikûmetê hatiye avakirin, ti aso jî ji bo rêkeftina partiyên siyasî nayê dîtin.

Partiyên siyasî yên biserketî yên hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê, dabeşî 3 bereyan bûne.

PDK û YNK ku ji sala 1992’yan ve hevparên sereke yên birêvebirina Herêma Başûrê Kurdistanê ne, niha li ser çalakkirina parlamento û avakirina kabîneya nû binakok in û her yek ji wan dibêjin ku mercên wan ên cuda hene.

Partiyên siyasî yên di hilbijartinan de bi ser ketine dabeşî 3 bereyan bûne

PDK, ku biserketiya yekem a hilbijartinan e û xwediya 39 kursiyên parlamentoyê ye, dibêje ku divê dabeşkirina postên hikûmetê û avakirina kabîneya nû li ser bingeha encamên hilbijartinan be û her partiyek li gorî hejmara kursiyên xwe mafê xwe wergire.

Lê YNK, weke ku bi xwe dibêje bi hevpeymaniya digel Neweya Nû û aliyekî din, xwediya 39 kursiyên parlamentoyê ye.

Li gorî gotina serokê YNK’ê, di çend rojên bê de bi awayekî fermî rêkeftinnameya wê hevpeymaniyê îmze dike.

Ew dibêjin ku ji bo avakirina hikûmetê, ew bi wî mercê PDK’ê razî ne, ji ber weke ku PDK heman hejmara kursiyên parlamentoyê hene ku dike 39 li hemberî 39 kursiyan, lewma ew daxwaza nîvê postên hikûmetê dikin.

Her wiha YNK dibêje ku ew dixwazin di hikûmeta bê de bibin hevparên rastîn, ne tenê pişkdar.

Partiyên Başûrê Kurdistanê hîna li ser avakirina hikûmetê li hev nekirine

Lê PDK heta niha hevpeymaniya navbera YNK û Neweya Nû qebûl nake û heta berhev tune ye pêşwaziya şandeya wan a hevbeş bike.

Berpirsên PDK’ê ragihandine ku YNK bi tenê 23 kursiyên parlamentoyê hene û divê li gorî qebareya xwe ya rastîn postan wergire, ji ber ku serdema pêncî bî pêncî (50 bi 50) bi temamî bi dawî bûye.

Di egera rênekeftina wan a digel YNK’ê de, berpirsên PDK’ê ew eşkere kirine ku dubarekirina hilbijartinan yek ji çareseriyan e, ji ber ku ew pê xeyal dikin ku di dema dubarekirina hilbijartinan de guhertin di hejmara kursiyên partiyên siyasî de çêdibe.

Lê aliyên din ên wekî Yekgirtûya Îslamî û Rewta Helwest, ji destpêkê ve ragihandine ku ew beşdarî hikûmetê nabin û dibin opozîsyon.

Her wiha Komela Dadgerî jî encamên hilbijartinan bi temamî red kirine û ne amade ye biçe nava parlamentoyê jî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye