Ehmed Hîlalî: 9000 endamên asayîşê dê entegre bibin

Cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî diyar kir, ku pêvajoya entegrekirinê, dê bi hevpeyvînên takekesî, ji bo endamên ku di entegrekirinê de cih digirin, dest pê bike. Her wiha Hîlalî got ku li gorî lîsteya destpêkê, hejmara kesên wê entegre bibin, bi qasî 9 hezaran e ku di nav de hezar jin jî hene.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî têkildarî mijara entegrasyona di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, ji kenala Exbariya News a fermî ya Sûrî re axivî.

Ehmed Hîlalî diyar kir ku entegrekirina endamên hêzên asayîşê yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk di nava Wezareta Karên Hundir de, dê di dema pêş de dest pê bike.

Ehmed Hîlalî: 1000 jin jî dê entegre bibin 

Ehmed Hîlalî got ku pêvajoya entegrekirinê dê bi hevpeyvînên takekesî ji bo endamên ku di entegrekirinê de cih digirin, dest pê bike û wiha lê zêde kir:

“Li gorî lîsteya destpêkê, hejmara kesên ku dê entegre bibin bi qasî 9,000 e ku di nav de 1,000 jin jî hene.

Qonaxa din verastkirina daneyan, belgeyên kesane û tomarên kar ên her endamekî ye.

Paşê nirxandina pêwîstiyên rastîn ên Wezareta Karên Hundir û destnîşankirina pisporiyên guncaw digire nava xwe."

Cîgirê parêzgarê Hesekê destnîşan kir ku dema pêvajoyê bi hejmara serlêdanan, pêvajoyên rêveberî û teknîkî yên pêwîst ve girêdayî ye û got:

“Lê belê, ev xebat li gorî planeke qonaxî berdewam dike.

Armanc jê ew e ku piraniya pêvajoya entegrekirinê heta tîrmehê bi dawî bibin”

Cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî der barê pîvanên qebûlkirinê de anî ziman ku ew li ser bingeha bicihanîna mercên temen û tenduristiyê, rewanbûna yasayî û nebûna astengiyan ji bo tevlêbûnê ne.

Her wiha, pîvana nirxandina ezmûna berê, jêhatiyên pîşeyî û guncawbûna wan bi pêwsîtiyên rastîn ên Wezareta Karên Hundir vedihewîne.

Hîlalî: Armanca ji van pîvanan avakirina saziyeke ewlehiyê ya yekgirtî ye

Ehmed Hîlalî tekez kir ku armanc ji van pîvanan ew e ku saziyeke ewlehiya neteweyî ya yekgirtî li ser bingeha jêhatîbûn, dîsîplîn, pabendbûna bi yasayê û xizmeta welatiyan were avakirin.

Hîlalî destnîşan kir ku di vê qonaxê de pêşîniya wan xurtkirina karê saziyên ewlehiyê û aramî ye.

Di serî de, li parêzgeha Hesekê û li seranserê herêma rojhilat, di çarçoveya dewlet û saziyên wê yên fermî de.

Pêvajoya entegrekirina karmendan di Wezareta Karên Hundir de, li gorî rêkeftina 29’ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û QSD’ê de pêk tê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye