Berî demekê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku li gorî peymana agirbesta Xezeyê, wê hêzeke istiqrarê li Xezeyê ava bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, duh bi şev di civîna kabîneyê de, dema ku pêşniyara Amerîkî ya avakirina "Bajarekî Model" li aliyê Îsraîlê yê Xeta Zer li Xezeyê anî ziman, rastî berxwedana wezîran hat.
Benyamîn Netanyahu got ku armanca bajêr ew e ku Hemas ji nifûsa sivîl veqetîne lewre berî ketina bajêr dê werin kontrolkirin.
Netanyahu diyar kir ku ev bajar dê were bêçekkirin û ji bo Filistîniyên li Xezeyê ji nû ve were avakirin.
Derçûnên ji civîna kabîneyê nîşan didin ku çend wezîran, di nav de Gila Gamliel, Orit Strock, Ze'ev Elkin û Miri Regev jî heye ev fikir red kirine û destnîşan kirine ku bajarekî wisa li aliyê Îsraîlê yê Xeta Zer ne ewle be.
Her wiha di civînê de, Netanyahu bersiv da ku hêzek îstîqrarê ya navneteweyî dê pêşî li herêma peravê ya el-Mawasiyê, li aliyê Xeta Zer a ku ji hêla Hemasê ve tê kontrolkirin, were bicihkirin.
"Hêza aramiya navneteweyî ya li Xezeyê dê di demek nêz de li ser erdê be"
Li aliyekî din jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêza aramiya navneteweyî ji bo Xezeyê dê di demek nêz de li ser erdê be.
Hêza Alîkariya Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Demkî ligel hêzeke polîs a Filistînî, dê berpirsiyariya parastina sivîlan, çavdêriya operasyonên alîkariya mirovî û ewlekirina deverên sînorî yên bi Îsraîl û Misrê re hilgire.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî piştrast kir ku tê payîn, ev hêz ji 20 hezar leşkeran pêk bê.
Ev hêz dê bi misogerkirina bêçekkirina Xezeyê, di nav de hilweşandin û pêşîgirtina ji nû ve avakirina binesaziya leşkerî û her weha bêçekkirina daîmî ya komên çekdar yên li Xezeyê re perbirsiyar bibe.