Trump di peyama xwe de santralên kehrebeyê û pirên Îranê kirin armanc û got:
"Roja sêşemê li Îranê dê bibe roja armanckirina santralên kehrebeyê û piran, her du jî di rojekê de ne.
Dê tiştekî wekî wê tune be!!!"
Trump: Hûn ê di dojehê de bijîn
Trump her wiha daxwaz kir ku Îran Tengava Hurmizê veke û bi zimanekî gelekî tund axivî:
"Wê tengava nelet vekin, bêjîyên heram, an na hûn ê di dojehê de bijîn.
Tenê lê temaşe bikin! Hemd ji Xwedê re be.”
Supaya Pasdaran: Me li Kendavê kargehên petrokîmyayî kir armanc
Li aliyekî din Supaya Pasdarên Îranê gotin ku me avakirina kargehên petrokîmyayî li welatên Kendavê hedef girtiye.
Supaya Pasdaran îro ragihand ku ew berpirsiyarê êrîşên li ser kargehên petrokimyayî li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Kuweyt û Behreynê ne.
Her wiha Pasdarên Îranê gef xwar ku eger êrîş li ser hedefên sivîl li Îranê dubare bibin, ew ê êrîşên xwe yên li dijî berjewendiyên aborî yên Amerîkî li herêmê zêde bikin.
Her wiha Wezareta Derve ya Rûsyayê jî got ku ji bo hewldanên ji bo kêmkirina aloziya di nava Îranê de bigihêjin armanca xwe pêwîst e Amerîkayê dev ji zimanê hişyarîya berde û rewşê vegerîne ser rêya danûstandinan.