Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku ji destpêka vê salê ve, ango di nava kêmî 6 mehan de, herî kêm 32 girtiyên Belûç li girtîgehên Îranê hatin bidarvekirin.
Her wiha Ajansa Nûçeyan a HRANA'yê diyar ku êvara roja çarşemê, 17'ê hezîranê, 7 welatiyên Sinnî li Ehwazê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û hatin birin ji bo cihekî nediyar.
Ev welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hatin girtin.
Piştî girtina wan, ji bo cihekî nenas hatin veguhastin û rewşa wan a dawî nayê zanîn.
Ev mijar ji hêla HRANA'yê ve tê lêkolînkirin.