Mihemed Ebdulwehab: Em îdiyaên ku dibêjin hêzên çekdar ketine nav axa Îranê red dikin

Fermandarê Hêzên Sînorî yên Iraqê Mihemed Ebdulwehab, îdiayên ku dibêjin hêzên çekdar ketine nav axa Îranê red kir. Fermandarê Hêzên Sînorî anî ziman ku parastina sînor bi hemahengiya temamî ya li gel hêzên Pêşmerge û ewlehiyê tê kirin. Ebdulwehab got ku tîmên parastina sînor erkên xwe pêk tînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di dema dawîyê de, hin malper û çavkaniyan îdia kir ku hêzên çekdar ji Îraqê derbasî nava axa Îranê bûne.

Fermandarê Hêzên Sînorî yên Iraqê Mihemed Ebdulwehab, eşkere kir ku hemû îdiyaên ku dibêjin hêzên çekdar ketine nav axa Îranê ne rast in.

 

"Me ketina ti tevgereke leşkerî nav axa Îranê tomar nekiriye"

 

Mihemed Ebdulwehab diyar kir ku wan ti tevgereke leşkerî an jî ketina hêzan ji herêma Kurdistanê nav axa Îranê tomar nekiriye.

Fermandarê Hêzên Sînorî, raporên derbarê binpêkirina sînorê Îraqê bi Komara Îslamî ya Îranê re red kir.

Mihemed Ebdulwehab tekez kir ku sînorên li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Helebçeyê, bi baldarî têne şopandin.

Ebdulwehab da zanîn ku sînorên wan bi Îranê re, bi qasî 1493 kîlometreyan ne.

 

Mihemed Ebdulwehab: parastina sînor bi hemahengiya hêzên pêşmerge û ewlehiyê tê kirin

 

Fermandarê Hêzên Sînorî anî ziman ku parastina sînor bi hemahengiya temamî ya li gel hêzên Pêşmerge û ewlehiyê tê kirin.

Mihemed Ebdulwehab destnîşan kir ku hemû sînorên Îraqê yên bi Îran, Sûriye, Kuwêt û Erebistana Siûdî re, bi temamî têne parastin û çavdêrîkirin.

Ebdulwehab got ku tîmên parastina sînor erkên xwe pêk tînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye