Tevgera Jinên Azad (TJA)`ê, li Êlihê bi boneya 8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinê mîtîngek li dar xist.
Jinan tevî barana zêde jî bi cilên xwe yên kurdî gihîştin qadê û dirûşmeyên jin jiyan azadî bilind kirin.
Di mîtîngê de Hevseroka Rêxistina Bajêr ya DEM Partiyê ya Êlihê Sema Guneş, axivî û diyar kir ku berxwedana jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin sembola berxwedanê ye.
Her wiha li ser navê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Mizgîn Irgat axivî û got:
"Em ê li dijî kesên ku vê derê talan dikin helwesta xwe nîşan bidin. Em ê li her derê cîhanê bi yekîtiyê li ber xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiya jinên Kurd têkoşînê bikin."
Ayşegul Dogan: Divê herkes xwedî li pêvajoyê derkeve
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî ev tişt got:
"Jin pêşeng, kedkar û berxwedêr in. Divê herkes xwedî li pêvajoyê derkeve ku xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Êmê têkoşîna xwe ya ji bo wekheviyê bidomînin.
Werin em jiyaneke nû, jiyaneke bi rûmet û wekhev ava bikin."
Piştî axaftinan jinên ku tevlî mîtîngê bûn li ber stranan govend gerandin.