26’ê Cotmehê li Xezayê bi dirûşmeya "Di Dema Qirkirinê de Jinên Bi Rûmet” Festîvala Sînemaya Jinan a Navneteweyî ya Xezayê destpê kir.
Ev festîval, bû çalakiya hunerî ya ewil ku piştî du salên şer hate lidarixistin.
Festîval, bi pêşkêşkirina fîlma "Dengê Hind Rajab" a ku bi armanca belgekirina berxwedana jinan a bi rêya hunerê destpêkir .
"Bû dengê jinên têdikoşin"
Jinên ku tevlî festîvalê bûn ji JINHA yê re axivîn .
Derhêner Rîma Mehmûd da zanîn ev çalakî di nava şert û mercên qirkirin û hilweşandinê de tê li dar xistin û wiha got:
"Ev festîval dengê jinên ku bi mêran re mil bi mil têdikoşîn e. Belgekirina êşên me ya bi rêya hunerê, ji bo cîhanê peyamek bihêz e.”
Rîma Mehmûd, destnîşan kir ku festîval bi giştî ji aliyê jinan ve hatiye organîzekirin û jin dikarin çîrokên xwe bi xwe û bi awayekî herî baş vebêjin.
"Ev festîval sembola ji nû ve zayîna jinan e"
Li aliyek din jî yek ji organîzatorên festîvalê Rana el Yazîcî da zanîn çalakî hêza jinên Filistînî yên êşên şer jiyane, nîşan dide û wiha axivî:
"Jin laş, zarok û malên xwe winda kirin, lê dîsa jî li ser piyan man. Ev festîval sembola ji nû ve zayîna wan e."
"Her çîrokek naye belgekirin, tê jibîrkirin"
Beşdarvan Nihayet Cerade da zanîn ku ev çalakî ji bo jinan, vegotina çîrokên jinan derfetek mezin e û wiha bi dawî kir:
"Her çîroka nayê belgekirin, tê jibîrkirin em bi çavên xwe vedibêjin ku çîroka me winda nebe."
Lidarxistina festîvalê di rewşek wiha de îradiya jin nîşan dide û festîval bû îfadeyek bêdeng lê bihêz a berxwedana jinan.