Lêpirsîna xwendekara pola 2’yan a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku didome.
Piştî şeş salan ji windabûna Gulistan Doku, 15 kes hatin binçavkirin.
11 kes jî tevî parêzgarê Tunceliyê yê wê demê Tuncay Sonel, hatin girtin.
Her wiha sê kesên din bi çavdêriya dadwerî hatin berdan.
Ji bo , ku niha li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijî, fermana sor hat dayîn.
Hejmara kesên di bin lêpirsînê de gihîştiye 17 kesan.
Jinan jî ji bo bibîrananîna Gulistan Doku û jinên ku hatine kuştin, meşek li dar xist.
Hevseroka Platforma Şaxên Dêrsimê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) Serap Kahraman axivî.
Serap Kahraman diyar kir ku ev e demeke dirêj e dadmendî nehatiye bicihanîn û doza Gulistan Doku bûye sembola gefên sîstematîk ên li dijî mafê jinan, ewlehiya ciwanan û got:
“Divê ne tenê dosyaya Gulistan Doku, lê ya hemû jinên mirina biguman û bûyerên jinên winda yên li Dêrsimê jî, bi awayekî serbixwe ji nû ve bê lêpirsîn.
Divê di serî de mirina heval Gulistan Doku û hemû bûyerên biguman bên ronîkirin.
Îro ji bo Gulistan Doku rastî derdikeve holê û ji bo Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaîş û Esma Kiliça slan jî dê derkeve holê.”