Li Bexdayê ji bo danîna serokwezîrê nû civînek hat lidarxistin

Li Bexdayê civîna Çarçoveya Hevrêziyê ji bo hilbijartina namzetekî ji bo posta serokwezîrê Îraqê, li ofîsa Humam Hemûdî dest pê kir. Herî dawî jî, du namzetên nû ji bo serokwezîrtiyê hatine pêşniyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîna Çarçoveya Hevrêziyê li ofîsa Humam Hemûdî, serokê Encumena Bilind a Îslamî, bi armanca hilbijartina namzetekî ji bo serokwezîrtiya Îraqê dest pê kir.

Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî jî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî (X) peyamek ji Çarçoveya Hevrêziyê re şand û got:

"Ez daxwaz dikim ku di zûtirîn demê de ji bo posta serokwezîr namzetekî hilbijêrin, ji ber ku tenê rojek ji wan re maye ku namzetekî ji bo avakirina hikûmeteke hevpeymaniyê destnîşan bikin."

Berê jî çend civîn hatibûn sazkirin, lê aliyên Şîa li hev nekiribûn, ji ber vê yekê civîn ji bo îro hate paşxistin.

Piştî paşxistina civînê ji bo îro, du navên nû ji bo namzetiyê derketine pêş, yek ji wan Heyder Ebadî û yê din jî Ednan Zurfiya ye.

Li gor heman çavkaniyê, ev pêşniyar ji ber nakokiyên di navbera serokê Hevpeymaniya Serweriya Qanûnê Nurî Malikî û serokê Hevpeymaniya Avakirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye