Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer diyar kir ku di nava çend hefteyan de, ji bo binavkirina "Supaya Pasdaran" yên Îranê wek rêxistineke terorîst, ew ê tedbîran bigire.
Keir Starmer di serdana kenîşteyekê de ku hefteya borî di êrîşa bombeyî de bûbû armanc, axivî.
Starmer diyar kir ku biryara qedexekirina "Supaya Pasdaran" û xistina wan a lîsteya terorê, dê di destpêka rûniştina parlementoyê ya bê de, piştî hilbijartinên herêmî, were bicîhanîn.
Serokwezîrê Brîtanyayê da zanîn ku ji bo standina biryarê pêdiviya wan bi yasadanînê heye û wiha got:
Ev yasadanîn ew e ku em dixwazin di zûtirîn demê de pêşkêş bikin.
Em ê di çend hefteyan de dest bi rûniştineke nû ya parlementoyê bikin û em ê vê yasadanînê bidin pêşkêşkirin."
Rojnameya "The Daily Telegraph" ragihand ku qanûna xistina "Sûpaya Pasdaran" a lîsteya terorê, mehea bê, dê ji aliyê Qiral Charles ê 3'emîn ve were eşkerekirin.
Biryara qedexekirina "Supaya Pasdaran" piştî çend mehan ji fişarlêkirinê, ji hêla partiyên rikeberiyê ve hatin dayîn.
Piştî destpêkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, astên hişyariyê li nav Cihûyên li bakur-rojavayê Londonê hatine bilindkirin.
Piştî rêze-êrîşên li ser Sînagok û navendên Cihûyan ên li Brîtanyayê, ev yek pêk hat.