Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku duh keştiyek ku ber bi benderên Îranê ve diçû, hatiye desteserkirin.
Pêncşema borî Wezareta Şer a Amerîkayê ragihand ku wan li Okyanûsa Hindî tankereke petrolê ya bi Îranê ve girêdayî, desteser kiriye.
Wezaret dibêje ew ê "qanûnên deryayî yên li seranserê cîhanê bi cih bîne, da ku torên neqanûnî têk bibe û keştiyên ku piştgiriya darayî didin Îranê, li ku derê bin, bigire."