Berpirsê saziyeke Îranê bi tohmeta sîxuriyê hat darvekirin

Îro Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê berpirsekî xwe bi tohmeta sîxuriyê dar vekir.

reset font size increase font size

 

Malpera Mîzan a bi ser desthilata dadweriya Îranê ve ragihand ku îro serê sibehê, berpirsê rêveberiya komîteya parastina sivîl a Îranê yê bi navê Mehdî Ferîd hat darvekirin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Mehdî Ferîd berpirsê yek ji saziyên hestiyar ên Komara Îslamî ya Îranê bû û bi tohmeta veguhestina agahiyên hestiyar ji bo ajanên Îsraîlê hatibû sûcdarkirin.

Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku Mehdî Ferîd xebatkarê saziyeke enerjiya atomî ya Îranê bû û berê jî weke rojnamevan kar kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye