Hikûmeta Libnanê: Artêş plana bêçekkirina Hizbulahê bicih tîne

Cîgirê Serokwezîrê Libnanê piştrast kir ku di pêkanîna plana bêçekkirina Hizbulahê de Artêşa Libnanê karekî baş dike û eşkere kir ku wê di demeke nêz de plan were temamkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyeke çapemeniyê de, Cîgirê Serokwezîrê Libnanê Tariq Mîtrî destnîşan kir ku Artêş rastî hinek astengiyan tê û got plana taybet bi radestkirina çekên Hizbulahê di qonaxa xwe ya yekem de ye.

Cîgirê Serokwezîr tekez kir ku helwestên giştî yên Hizbulahê, redkirina wê ya ji çekberdanê re nîşan didin, lê hikûmet naxwaze şer derkeve û hewl dide hilbijartin di dema xwe de bêne kirin.

Hizbulah jî, beriya niha di daxuyaniyên xwe de, tekez kiribû ku ew çekên xwe radest nake.

Li aliyekî din jî, Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku wan li Nabatiye ya başûrê Libnanê, li binesaziya Hizbullahê xistiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye