Li Şamê 3 zarok ji ber bermahiyên şer mirin

Li gundewarê Şamê di encama teqîna bermahiyên şer de, 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li taxa El Sibêrî ya bakurê bajarokê Kenakir yê gundewarê Şamê bombeyeke ji bermahiyên şer teqiya û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber xemsariya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê gelek bermahiyên şer hêj jî dibin sedema mirina hemwelatiyan. Heya niha jî Hikûmeta Veguhêz ji bo paqijkirina bermahiyên şer ti gav neavêtiye.

Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve, heta niha 653 kes di nav wan de 189 zarok û 42 jin, ji ber madeyên teqemeniyê û bermahiyên şer, jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye