Lezgin

Xezeyê li navenda alîkariyê êrîş: 25 kes hatin kuştin

reset font size increase font size

Çavkaniyên Tendirustî yên Filîstînê îro ragihand ku Îsraîlê êrîşek nêzî navenda belavkirina alîkariyan pêk aniye û di encamê de 25 sivîl hatine kuştin.

Îsraîl dîsa mirovên ku dixwest alîkarî bigirin, armanc girt

Li gorî hin çavkaniyan, artêşa Îsraîlê sivîlên ku berê xwe dabûn navenda belavkirina alîkariyan hatine armanckirin. Tîmên Parastina Sivîlan jî diyar kirin ku wan 21 kuştî û sed û 50 birîndarî rakirin nexwşxaneya Elewde ya kampa El Nuseyrat. Ji destpêka meha Adarê ve Îsraîl nahêle ku alîkariyên mirovî bikeve Xeze, dibe asteng.

Di 4 mehan de 450 kes hatine kuştin

Ofîsa Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî eşkere kir ku artêşa Îsraîlê ji destpêka Adarê û heta niha sivîlên ku diçûn alîkarî girtinê, nêzî 450 hatine kuştin û 3 hezar û 500 birîndarbûne.  

Ceylan Hesen

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24