Li Tirkiyê, operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî şaredariyên CHP`ê berdewam dikin.
Operasyona dawî vê carê li Bursayê pêk hat.
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê ku CHP`ê di hilbijartinên xwecihî yên 31`ê Adara 2024'an de bi dest xistibû, vê sibehê operasyonek pêk hat.
Ji bo Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Mustafa Bozbey, fermana binçavkirinê hatiye dayîn.
Polîsên ku îro sibê hatine mala Bozbey lê digerin.
55 kes hatin girtin di nav de hevjîn keç û bûka Mustafa Bozbey hene
Hat hînbûn ku operasyon li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dest pê kiriye û ji hêla Yekîneyên Sûcên Rêxistinî yên Daîreya Polîsan a Bursayê ve hatiye meşandin.
Di çarçoveya operasyonê de, serdegirtinên hevdem hatin kirin û 55 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku ji bo 4 kesên din jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Di nav kesên hatine binçavkirin de, sekreterê taybet ê Bozbey, hevjîn, keç, bûk û birayê wî hene.
Daxuyaniya dozgerîyê: Operasyon li 4 bajaran hat kirin
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê derbarê operasyona ku di saetên serê sibê de pêk hat de, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de, lîsteya kesên ku hatine binçavkirin jî hebû.
Ev operasyon li Bursa, Stenbol, Balikesir û Amedê di heman demê de pêk hatin.
Di daxuyaniya dozger de ev tişt hebûn:
"Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve li ser esasê ku bi armanca sûc rêxistin avakirin, endambûna rêxistinek ji bo armanca sûc hatiye avakirin tê meşandin de, di 31ê Adara 2026an de, li 4 bajarên ku Bursa, Stenbol, Balikesir û Amed jî di nav de ne, li dijî bi tevahî 59 gumanbaran, tevî serokê rêxistinê (Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê û Şaredarê berê yê Nîluferê Turgay ERDEM (girtiye)), operasyonek hevdem hat kirin."