Komîsyon wê vê mehê karê guhdarîkirinê bi dawî bike

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyê îro, di civîna xwe ya 14`emîn de, li leşkerên malnişîn û nûnerên rêxistinên civaka sivîl guhdar dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê, komîsyon dê îro, bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bicive.

Di rûniştina yekem de, nûnerên komeleya leşkerên malnişîn ên wekî TESUD, TEMAD, EMUJAD û TEMUDê amade dibin.

Komîsyon dê di rûniştina duyemîn a heman rojê de, li nûnerên Komeleya Çand û Piştgiriya Malbatan, Komeleya Yekîtî û Demokrasiyê, Komeleya Polîtîka û Kar û Xebatên Demokrasiyê, Komeleya Însiyatîva Gel û Komeleya Lihevkirina Civakî û Weqfa Aştiyê, guhdar bike.

Tê pêşbînîkirin ku Komîsyon vê mehê karê guhdarîkirinê bi dawî bike û derbarê sererastkirinên qanûnî pêşniyar-rapora xwe pêşkêşî Parlamentoyê bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24