Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li bajarokê Cebata Xeşeb Hêzên Îsraîlê bi ser hin malan de girt û lêgerînên bi hurgulî pêk anîn.
Heya niha jî sedema girtina her dû kesan û çarenûsa wan ne diyar e.
Duh jî Hêzên Îsraîlê bi 3 wesayetan ketin gundê Sayda Colan û lêgerîn pêk anîn.
Tevgera Artêşa Îsraîlê ji dema hilweşîna hikumeta Baasê ve li hin herêmên Sûriyê bê navber berdewam e.