Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku xeta elektrîkê ya 66 Kilo Wayt ya li aliyê Derayê ye Xirabûye.
Tîma sererastkirinê ji bo cihê pirsgirêk lê heye hatiye şandin.
Li gor SOHRê dema tîmên sererastkirinê dest bi xebatê dikirin ji aliyê komeke çekdar a Hikûmeta Veguhêz rastî êrîşê tên, alavên wan tê desteser kirin û rê nedan ku karê xwe berdewam bikin.
Ji ber vê destwerdanê hate eşkerekirin ku li Siweydayê elektrîk bi tamamî qut bûye.
Li gel pirsgirêkên xizmetguzariyê li Siweydayê derbarê komkujiya Nexweşxaneyê bertek hene.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di derbarê mijarê de banga lêkolîneke şefaf kir.