Ji ber barana zêde li hin bajarên van parêzgehan lehî rabû û av derbasî malên welatiyan bû û zirar dîtin û hin ji rêyên van parêzgehan jî hatin girtin.
Rêxistina Meteorolojiyê hişyarî da ku germahî dê li bajar û deverên li kêleka berava deryaya Qezwînê dakeve û pêşbînî kir ku li parêzgehên bakurê Îranê baranên girantir bibarin.
Her wiha li deverên çiyayî gengaz e ku hilweşîna erdê çêbibe.
Li gorî pêşbîniyên avûhewayê û bi berçavgirtina hişyariya hewayê, îro hemû nivîsgeh, navendên perwerdehiyê, saziyên hikûmetê û bank li parêzgeha Mazinderanê girtî ne.