Supaya Pasdarên Îranê êrîşî keştiyeke Togoyê kir

Êrîşên li ser keştiyan li Tengava Hurmizê her di rojevê de ne. Di navbera îro û duh de, hejmarek keştiyên Petrolê li Tengava Hurmizê rastî êrîşan hatine. Di heman çarçoveyê de jî, du rayedarên Îranî şertên Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmizê anîn ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê sibeha roja înê 18ê îlonê, ragihand ku wan keştiyeke petrolê ya ku ala Togoyê hildabû armanc kiriye.

Supaya Pasdaran angaşt kir ku wan ev keştî, dema ku hewl dida ku bi awayekî neqanûnî ji Tengava Hurmizê derbas bibe, kir armanc.

Li gorî Supaya Pasdarên Îranê, keştiya petrolê piştî ku hate armanckirin agir lê derket û rawestiya.

Lê agahiyên der barê navê keştiyê, rewşa ekîbê û asta zirarê de hîn nehatine ragihandin.

Keştiyek li nêzî Umanê rastî êrîşekê hat

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê êvara roja pêncşemê ragihand ku wê agahiyek li ser êrîşekê li ser keştiyekê li Tengava Hurmizê wergirtiye.

Navendê da zanîn ku ev êrîş bi qasî 16 mîlên deryayî li bakurê rojhilatê Xesebê yê ser bi Umanê ve qewimiye.

Li gorî Navendê, ekîba keştiyê biewle ne û hê jî ti encamên vê êrîşê û bandora wê li ser jîngehê nehatine piştrastkirin.

CENTCOM: Me rêya 104 keştiyên bazirganiyê guhert

Têkildarî mijara Tengava Hurmizê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM jî ragihand ku hêzên wê heta roja pêncşemê 17ê îlonê, rêya 104 keştiyên bazirganiyê guhertiye.

CENTCOMê lê zêde kir ku ev gav ji bo misogerkirina dorpêça hişk a Amerîkayê ya li dijî Îranê ye.

Reşîdî: Heta mercên peymanê bi cih neyên tengava Hurmizê venabe

Li aliyekî din, du rayedarên Îranê helwesta welatê xwe der barê mijara jinûve vekirina Tengava Hurmizê de bi par ve kirin.

Endamê Serokatiya Parlamentoya Îranê Mihemed Reşîdî roja pêncşemê diyar kir ku heta ku şertên Îranê yên di peymana Îslamabadê de bi cih neyên Tengava Hurmizê venabe.

Mihemed Reşîdî da zanîn ku rakirina dorpêçan û bidawîanîna li şer di nav van şert û mercan de ne.

Zulqedir: Heta ku Trump û Netanyahu neyên dûrxistin tengav venabe

Her wiha Şêwirmendê siyasî yê Rêberê Bilind ê Îranê Mihemed Baqir Zulqedir, heman rojê di peyamekê de got ku hêzên Îranê heta ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji desthilatdariyê dûr nexin, ew Tengava Hurmizê venakin.

Mihemed Baqir Zulqedir lê zêde kir ku Îran dixwaze tola kuştina Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî û bi hezaran kesên din hilîne.

Di dawiyê de, Zulqedir girtina berdewam a Tengava Hurmizê wekî qonaxa yekem a vê tolhildanê bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye