Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, şer bi hemû dijawriya xwe berdewam dike û her ku diçe mezin dibe.
Supaya Pasdarên Îranê, roja çarşemê, ragihand ku wan wek bersivekê li hemberî êrîşên Amerîkayê yên li ser tankerên petrola Îranî, êrîşî bingeheke leşkerî ya Amerîkî li Urdunê kir.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA`yê, diyar kir ku Supaya Pasdaran bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan hangarên lênêrîn, teçhîzkirin û bicihkirina balafirên şer ên F-35, F-16, û F-15 û stargehên balafirên şer ên li baregeha El-Ezreq li Urdinê hedef girtine.
Artêşa Urdunê: Me 18 mûşekên Îranê bêbandor kirin
Ji aliyê xwe ve, artêşa Urdunê roja çarşemê ragihand ku wan 20 mûşekên balîstîk ên ku ji Îranê ve hatibûn avêtin, bêbandor kirine, 18 ji wan şikandiye û du jî li devereke dûr ketine.
Her wiha artêşa Urdunê, piştrast kir ku di encama vê êrîşê de, ti qurbanî çênebûne.
Li gorî IRNA`yê, Supaya Pasdaran demeke kurt berî vê yekê, hişyarî dan ku ew ê tankerên petrolê yên li Kuweyt û Behrêynê bikin hedef û ji ekîban daxwaz kir ku tavilê ji keştiyên xwe derkevin.
Li gorî IRNA`yê, Supaya Pasdaran roja çarşemê, diyar kir ku wan êrîşî du keştîyên Amerîkî, heşt tankerên petrolê û deh keştiyên binpêker ên ku hewl didan ji Tengava Hurmizê derbas bibin, kiriye.
Centcom: Me 5 tankerên Îranê wêran kirin
Li aliyê din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)`ê, roja sêşemê ragihand ku wan di 8`ê îlonê de pênc tankerên petrola xav ên Îranê ji holê rakirine.
CENTCOM`ê, tekez kir ku ev yek jî, wekî bersivekê li hemberî hewldanên Îranê yên ku di du rojên borî de, du caran keştiyeke şer a Amerîkayê bi mûşekên balîstîk hedef girtiye, hat.
Her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, da zanîn ku keştiya şer a Amerîkî bi serkeftî ji hewildanên êrîşa Îranê rizgar bûye û rêya xwe berdewam kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio da xuyakirin ku ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wê bi êrîşên tolhildanê yên li ser tankerên Îranê berdewam bikin.