Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin

Îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê komek ji malnişînan ji ber xirabûna rewşa aboriyê xwepêşandan û meşên nerazîbûnê li dar xistin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Xwepêşandan li parêzgehên Xozistan, Kirmanşan, Esfehan û Tehranê hatin lidarxistin.

Di van xwepêşandanan de, malnişînan li dijî bihayên bilind û enflasyonê, mûçeyên kêm, bêkarî û belavbûna xizaniyê nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaza baştirkirina şert û mercên jiyan û xizmetguzariyê kir.

Her wiha xwepêşanderan li dijî fişar, girtin, binçavkirin û bidarvekirinan protesto kirin.

Di van demên dawiyê de, xwepêşandan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber heman sedeman bi rêjeyeke berbiçav zêde bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye