Li ser rêya M4 tîma Qamişlo Sport rastî qezayekê hatin

Di derdora saet 5an de çend lîstikvanên tîma mêran a Qamişlo Sportê rastî qezayekê li ser riya M4 hatin.

reset font size increase font size

Li gorî ku rêveberiya ragihandina tîmê ji me re ragihand 5 lîstikvan û ajokarê erebeyê di qezayê de bûn.

Lîstikvanê ku birîndar bûn jî ev in, Se`ed, Yilmaz, Reva, Welat û Yûsif, hemû baş in.

Lê du lîstikvan ji wan di emeliyatê de ne û li gorî ku dibêjin rewşa wan jî baş e û lîstikvanê din jî rewşên şîn û şikestin hene.

Niha ev lîstikvan li Nexweşxaneya Taybet a Qamişlo ne.

Di heman demê de malpera tîmê daxuyaniyek da û tê de got em piştrast dikin ku rewşa giştî ya lîstikvanan aram e û ti sedem ji bo fikaran tune.

Em ji hemû lîstikvanên xwe re başbûnek bilez û tevahî dixwazin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye