Enstîtuya Rojhilata Navîn ya Lêkolînan ku bi navê MERI tê naskirin, vê sibehê li bajarê Hewlêrê dest bi panel û rûniştinên xwe yên diyalog û şîrovekirinê kir.
Di Panela yekem de ku li jêr navê Sûriyeya nû ji parçebûnê ber bi dewleteke hevebş hat sazkirin, têde siyasetmedara Kurd Ilham Ehmed wek endama Komîteya Derve ya Parlamentoya Sûriyê beşdar bû.
Ilham Ehmed: Divê destûrekî nû ji Sûriyê re bê danîn
Ilham Ehmed da xuyakirin ku divê destûrekî nû bê danîn û têde zimanê Kurdî wek zimanekî fermî bê bicihkirin.
Ilham Ehmed: Divê Zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî
Lawaziya Rola Jinan di hikûmeta Sûriyê de hat rexnekirin
Di berdewamiya axaftina xwe de, siyasetmedara kurd ilham ehmed anî zimna ku tevlîbûna YPJ`ê bo nav Wezareta Parastinê ya Sûriyê nehat qebûlkirin, lewra lihevkineke din çêbû, li gor wê yekê YPJ wek yekîneyên operasyonên taybet di nava Wezareta Karê Hundirîn de cih girtin.
Panel û rûniştinên MERI 2 rojan berdewam dikin
Panel û Rûniştinên Enstîtuya Rojhilata Navîn ya Lêkolînan MERI 2 rojan berdewam dikin, sibe jî Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyê Mazlûm Ebdî dibe mêvanê rûniştineke MERI û nerîna xwe derbarê rewşa Sûriyê bi tevahî û ya mafê gelê Kurd bi taybetî tîne ziman.