Hevrikiyên siyasî li ser posta parêzgarê Kerkûkê berdewam in

Hevrikiyên siyasî li ser posta parêzgarê Kerkûkê berdewam in, ji ber ku biryar e di dawiya vê salê de ev post ji Tirkmanan were wergirtin û radestî pêkhateya Ereb were kirin. Tirkmen dibêjin ji bo ew dest ji vê postê berdin, divê postên cîgirê parêzgar û serokê encumena parêzgehê bidin wan.

reset font size increase font size

Destguhertina posta parêzgarê Kerkûkê, mijara germ û berdewam a kolana siyasî ya bajêr e.

Di dema sê salan de du parêzgarên Kerkûkê hatine guhertin û biryare sê mehên din ev post radestî pêkhateya Ereb a bajêr bibe.

Aliyên Ereb jî bi israrin û dixwazin di dawiya vê salê de posta parêzgar wergirin.

Di beramberî wergirtina posta parêzgar ji aliyê Ereban ve, biryar e posta serokê encumena parêzgehê bidin Kurdan.

Di dawiya vê salê de posta parêzgarê Kerkûkê ji Tirkmenan tê wergirtin

Tirkmen mijûlî amadekirina projeyekê ne ji bo destguhertina posta parêzgar di navbera pêkhateyên Kerkûkê de, ku her 16 mehan carekê ev post bikeve destê pêkhateyekê.

Di rewşa niha de, daxwaza Tirkmenan ew e ku Mihemed Sem'an heta meha nîsana sala bê di posta xwe de bimîne.

Di beramberî radestkirina posta parêzgar de, Tirkmen daxwaza her sê postên serokê encûmenê, cîgirê parêzgar û qeymeqamê navendî yê bajêr dikin.

Tirkmen daxwaza posta serokê encumena parêzgeha Kerkûkê dikin

Çalakvanekî siyasî projeya destguhertina posta parêzgar di navbera pêkhateyan de û berçavnegirtina encamên hilbijartinan, ji bo rewşa Kerkûkê xirab dibîne.

Heta vê gavê, pêkhateya Ereb li ser namzetekî (kandîdekî) hevbeş ji bo posta parêzgarê Kerkûkê li hev nehatine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye