Di çarçoveya vegera koçberên Serê Kaniyê de dibistan li kampan hatine girtin

Li Kampa Telayi ya koçberên Serê Kaniyê ya li Hesekê, piştî ku tenê du karwan vegeriyan, pêvajoya vegerê sekinîye. Di vê çarçoveyê de jî dibistanên kampê jî hatine rawestandin û xwendekar ji xwendinê bê par mane. Xwendekarên Serê Kaniyê ku niha li kampaTelayi dimînin diyar kirin ku ne wan vedigerînin malên wan û ne xwendinê ji wan re peyda dikin. Xwendekaran daxwaza çareseriyekê kirin.

reset font size increase font size

Bi hinceta vegerê, deriyên dibistanan li ber zarokên Serê Kaniyê hatine girtin.

Lê ne veger heye û ne jî perwerde.

Li Kampa Telayi ya koçberên Serê Kaniyê ya li Hesekê, piştî ku tenê du karwan vegeriyan, pêvajoya vegerê sekinîye. 

Niha bi sedan xwendekar di navbera xeyala vegera li ser xaka xwe û windabûna pêşeroja xwe ya xwendinê de, di nav bêçaretiyê de mane. 

Xwendekarên Serê Kaniyê ku niha li kampa Telayi dimînin ji Nûçe Tv re diyar kirin ku ne wan vedigerînin malên wan û ne dibistanan ji wan re di kampê de vedikin tevî ku niha dibistanan deriyên xwe ji bo sala nû ji bo hemû vekirine, divê çareseriyek bê dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye