Serokê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya 81'emîn Civîna Giştî ya NY de ku li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê pêk hat, hevdîtinên xwe yên bi rêberên cîhanê re didomîne. Trump di vê çarçoveyê de beşdarî civîneke taybet û piralî ya li ser mijara Îranê bû.
Di civînê de ji bilî Tirkiyeyê, serok an wezîrên karên derve yên endamên Konseya Hevkariya Kendavê (KCC) mîna Erebistana Siûdî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (UAE), Qeter, Behreyn, Kuweyt û Omanê, her wiha lîderên Misir, Sûriye, Îraq û Libnanê jî amade bûn.
"Erdogan zilamekî dijwar e lê ez jê hez dikim"
Piştî ku Trump ket hundirê salonê û bi dorê silav da lîderan, dema hat ba Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan got: "Erdogan dostê min e. Ew zilamekî dijwar e, lê ez jê hez dikim." Li aliyê din, Erdogan berî ku Trump nêzîk bibe, rabû ser xwe, bişkokên çaketa xwe girêda û dû re destê xwe da Trump.
Trump di axaftina xwe de bal kişand ser Erdogan û got:
"Dostê min ê ji Tirkiyê hatiye, Ew zilamekî dijwar e. nêzî wî nebin, ew bi rastî jî dijwar e. Ew zilamekî pir baş e."
Danûstandinên bi Îranê re û Hişyariya "Hilweşandinê"
Trump destnîşan kir ku wan bi Îranê re "civînek pir berhemdar" kiriye û diyar kir ku danûstandin demek dirêj e berdewam dikin. Trump got:
"Li gorî min ber bi gihîştina rêkeftinekê ve gaveke mezin a berbiçav heye. Em difikirin ku rewşa bi Îranê re dikare piştî hilbijartinên navîn ên 3'yê Mijdarê biqede, an jî dibe ku hîn zûtir."
Lê belê Trump daxuyaniya xwe ya tund a li ser Tehranê jî dubare kir û got: "An em ê bi Tehranê re peymanek çêbikin, an jî, heke ew nikaribin bigihîjin rêkeftinekê, em ê Îranê hilweşînin."
Tengava Hurmiz û korîdora aborî
Trump da zanîn ku ji destpêka krîzê ve wan derbasbûna bi qasî milyarek bermîl petrol bi rêya Tengava Hurmizê hêsan kiriye û îdia kir ku ew wek Amerîka tengavê kontrol dikin. Trump di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêveberiya wî piştgiriya Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê û boriyên ku petrolê vediguhezînin dike.