Li Stenbol û Antalyayê herî kêm 15 endamên ESP’ê hatin binçavkirin

Li Stenbol û Antalyayê polîsan bi ser malên endamên ESP’ê de girtin û herî kêm 15 kes binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan li navçeyên Stenbolê polîs bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de  girtin.

Bi rengekî hemwext li Antalyayê jî polîsan bi ser malan de  girtin.

Hat ragihandin ku hinceta binçavkirinan ew e ku 1’ê Gulanê dema ji Saraçhaneyê derketin Taksîmê li dijî barîkata polîsan li ber xwe dan.

Li gorî agahiyên destpêkê hatin bi dest xistin li her du bajaran herî kêm 15 kes hatine binçavkirin.

Her wiha navên hin binçavkiriyên li Stenbolê, wiha ne:

Tarik Tepelî, Sînan Akkuş, Gokhan Atan, Mahsunî Yilmaz, Ahmet Eten, Mustafa Taylan Savran, Tuncay Mat e.

Tê payîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir be jî. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye