Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mercên vegerê jî bi sê xalan eşkere kiriye.
Fermandariyê ragihandiye ku, Dive kesên ji xizmetê dûrketine di demê 45 rojan de xwe radest bikin.
Kesên ku vedigerin divê ji ber biryareke dadgehê yan jî, ji ber binpêkirina exlaqê giştî ji erka xwe nehatibin dûrxistin.
Li dijî kesên ku hatine dûrxistin divê ti tedbîrên disiplînî an jî ceza nehatibe dayîn.