Artêşa Îsraîlê endamekî hêza Ridwan a Hizbulahê kuşt

Tevî peymana agirbestê, artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke bombeyî de ya li ser başûrê Lubnanê endamekî Hêza Ridwan a Hizbulahê hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê artêşa Îsraîlê Afîxay Adroyî ragihand ku hêzên wan, endamekî Hêza Ridwan a Hizbulaha Lubnanî kuşt. Ji ber ku ew kes tevlî hewldana ji nû ve avakirina binesaziya Hizbullahê li bajarokê Xiyamê bibû.

Afîxay ev yek jî anî ziman ku heya Hizbullah ji aliyê Îranê ve bê piştgirîkirin û çekan radest neke, wê êrîşên Îsraîlê li ser wan berdewam bikin.

Piştî şerê ku zêdetirî salekê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dom kir, agirbestek hatibû ragihandin.

Tevî vê yekê jî, Îsraîl li çend herêmên Lubnanê bi taybetî li başûr, êrîşan berdewam dike û ew dibêje ku endam û navendên Hizbullahê dikin armanc.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24