Lîwaya Hizbullaha Iraqê (Ketayib Hizbulal Iraq) têkildarî gef û zextên Amerîkayê yên li ser herêmê giştî û bi taybet Îraqê, her wiha gefên li ser pêşeroja Herêma Başûrê Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gef û zextên Amerîkayê, nîşaneyên şerekî metirsîdar li herêmê dide.
Her wiha hate gotin ku divê her kes ji bo şerekî wêranker û demdirêj, binpêkirinên qada hewayî ya Îraqê, çi ji hêla balafirên bêmirov an jî balafirên şer ên Amerîkayê ve, amade bin.
Hizbullah diyar kir ku ew destwerdana Amerîkayê li Îraqê, taybet di hilbijartin û diyarkirina kesayetên siyasî de yên ku dixwazin postên hikûmetê bigirin, qebûl nake.
Her wiha di daxuyaniya xwe de got: "Ji Amerîkayê re ne girîng e kî desthilat be, ya jê re girîng, ew e ku desthilat berjewendiyên Amerîkayê diparêze yan na."
Lîwaya Hizbullaha Îraqê hişyarî da hikûmeta dembor a Herêma Başûrê Kurdistanê û ragihand ku ‘hevkariya bi hêzên biyanî yên dijber re dê barê wan giran bike, gef li ewlehî û pêşeroja wan bixwe."
Hikûmeta Îraqê carinan daxwaza kêmkirin an derketina hêzên Amerîkî dike.
Pêwendiya di navbera her du welatan de heye, lê carinan aloz e.