Lîsteyek nû a kuştiyan li Sûriyeyê hat belavkirin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR lîsteyek nû ya navê kuştiyan belav kir. Di nav vê lîsteyê de, navê 116 kesan heye, ku di dema şerê li Siweydayê ji aliyê çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatibûn kuştin. Her wiha 18 kes jî di 26`ê tebaxê de hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li vî welatî tiving nayên bêdengkirin, bi tenê rojek jî bê rijandina xwînê derbas nabe.

Du endamên Hêzên Sûriya Demokratîk li Dêra Zorê di encama gulebarana DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan.

 

SOHR: kuştina 134 kesan belge kir

 

Di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, 6 endamên Tugaya 44an a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, hatin kuştin. Her wiha îro li Quneytrayê, ji aliyê droneke Îsraîlê ve, ciwanek hat kuştin.

Her wiha ciwanek li rojavayê Dêra Zorê hat kuştin.

 

Li ser sînorê Sûriye û Lubnanê qaçaxçiyan şer kir

 

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê, şer di navbera qaçaxçiyan de derket welatiyekî Lubnanî û yekî Sûriyeyî jî hat kuştin.

Li gundewarê Şamê welatiyekî ku di dema paqijkirina çeka xwe de, jiyana xwe ji dest da.

Zarokek di encama teqîna mayînekê de û leşkerek ji Idlibê dema ku li bajarê Tertûsê bû, bi şaşî bombeya destê xwe teqand jiyana xwe ji dest da.

 

SOHR: Di şerê Siweydayê de 116 kes hatibûn îdamkirin

 

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR, vê yekê jî di reporta xwe ya herî nû de eşkere dike ku çekdarên Wezareta Parastinê, çekdarên bedewî û Ewlekariya Giştî ya Sûriyeyê, di dema kontrolkirina Siweydayê de 116 sivîl, îdam kirin.

 

Li Humsê welatiyekî Elewî hat kuştin

 

Ewlekariya Giştî, welatiyekî Elewî li Girtîgeha Humsê kuştin.

Li gundewarên Helebê, ji ber nakokiyan welatiyekî bi guleyan birayê xwe kuşt.

Keçek 17 salî bi şaşî bi tifingeke nêçîrê li bajarê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24