Li Sîstan û Belûçistanê 13 kes hatin kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Îranê ragihandin ku 13 çekdar Li Sîstan û Belûçistanê hatin kuştin û çend kesên din jî hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdarên Îranê, li bajarên Îranşehr, Haş û Seravanê yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şer derket.

Di encamê de, 13 çekdar hatin kuştin, gelek kes hatin girtin, gelek çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê de, hejmara girtiyan nehatiye eşkerekirin û her wiha Îranê îdîa kir ku 8 ji kuştiyan, roja Înê ya borî 5 polîs kuştibûn. 

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê yek ji herêmên herî xizan ên Îranê ye ku li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye