Li Humsê cenazeyê ciwanê bi navê Elaa Îbrahîm hat dîtin

Li herêmên ku Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê serwere kuştina mirovan rojane bûye. Li bajarê Humsê yê li Sûriyê cenazeyê ciwanekî ku ajokarê teksiyê ye hat dîtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat diyarkirin ku ciwanê bi navê Elaa Mihemed Îbrahîm ê ji taxa Kerem El Lewz, kuştî hat dîtin.

Hat destnîşan kirin ku Elaa 20 cotmehê ji bo kar derketibû û piştî çend saetan cenazeyê wî li Nexweşxaneya El Weir hat dîtin.

 

Hat zanîn ku Elaa bi şev hatiye kuştin û cenazeyê wî avêtine Taxa Qerabîs.

Heta niha kujerê Elaa nediyare û teksiya wî jî xuya nake.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye