Tevgera şaneyên DAÎŞ`ê di kampa holê de roj bi roj zêde dibe û metirsî heye xwe ji nû ve xwe bi rêxistin bikin.
Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan diyar kir ku tevgera DAÎŞ`ê di beşê malbatên penaber a kampa holê de zêde bûye.
Cîhan Henan anî ziman di kampa Holê ya başûrê Hesekê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê, koçberên ji Sûriyeyê û penaberên ji Iraqê hatine bicihkirin.
Navendên mirovî ji ber tundî û şewitandinê hatin rawestandin
Di beşa van malbatan de tundî û gelek bûyerên wêrankirin û şewitandina navendên mirovî pêk hatin.
Rêveberiya kampê Cîhan Henan di derbarê vê mijarê de agahî da û got:
"Gelek bûyerên xirabkirinê di beşa malbatên çeteyên biyanî de pêk tên û bi taybet di vê dema hestyar de tevgera tundiyê di beşê de zêde bûye."
Cîhan destnîşan kir ku 3 navendên rêxistinên mirovî hatin şewitandin û wêrankirin û wiha berdewam kir:
“Tevî ev rêxistin alîkariyên mirovî ji malbatên çeteyan re pêşkêş dikin.
Tundiya Hisbe li ser jinan
Cîhan Henan da zanîn ku hin jinên di vê beşê de dimînin rastî êşkenceyê tên û wiha pê de çû:
“Herî dawî koma wan a bi navê Hisbê, alavekî tûj li serê jinekê xistin.
Cîhan Henan:" çete çek û alavên tûj bi kar tînin"
Cîhan Henan bi bîr xist ku çek û alavên çete bi kar tînin ji hesin tên çêkirin.
Di heman demê de Molotofan çêdikin û di şewatan de bi kar tînin.
Hêzên Ewlekarî çend caran girtin ser wan û hin komên çeteyan girtin.
Cîhan Henan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tevgera wan ne eşkereye hin alî wan bi rêve dibin û dema ku êrişî navendekê dikin, gelek kes cihê xwe di êrişê de digirin.
Henan di dawî de dazanîn ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li derve şaneyên li hundir dixin nava tevgerê.