Piştî xwepêşandanên berfireh ên li bajarên Laziqiye, Ceble, Tertûs, Hums û gundewarên Hemayê, jimarek kes li bajarê Laziqiyeyê êrîş birin ser mal û milkên elewiyan.
Li bajarê Banyas ê li gundewarê Tertûsê jî xwepêşandanek pêk hat, tê de diruşmeyên sorkirina li ser kuştin û wêrankirina elewiyan hatin hildan.
Li Humsê jî komeke çekdar bi ser taxa Ikrîma ya elewiyan de girt û dikanên wan girtin û sixêfên taîfî ji xelkê re kirin.
Li bajarokê Enaze yê gundewarê Tertûsê jî, di serdegirtina malan de çend ciwanên ku beşdarî xwepêşandanan bûbûn hatin girtin.
SOHR: Hikumetê çend tabûrên leşkerî ber bi peravê ve şandine
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, hin alîgirên hikumeta veguhêz êrîşî mal û milkên elewiyên li derdora çerxerêya Zira`a û kolana Çawîş ên li Laziqiyeyê kir.
Çavdêriya eşkere kir ku hêzên hikûmeta veguhêz ketine tevgerê û çend tabûran berê xwe daye Peravê.
Her wiha çend komên leşkerî bi rengekî bêserûber jî ber bi Peravê ve diçin û hin çekdarên ji Eşaîr jî berê xwe didin gundewarên herêmê, lewre metirsiya dubarekirina komkujiyên Adara borî mezintir dibin.
Bloka Niştimanî ya Sûriyê: Em piştgiriyê didin xwepêşandanên aştiyane
Bloka Niştimanî ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, piştgirî da xwepêşandanên aştiyane yên li Perava Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de, Bloka Niştimanî, ev tişt anîn ziman:
"Em bang li xwepêşanderan dikin ku ji çarçoveya niştimanî ya giştî dernekevin û ji bo fîtne û dabeşbûna taîfî neyên bikaranîn."
Bilokê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xwepêşandan, berhema binpêkirin û sûcên li dijî sivîlan û paşguhkirina hêzên ewlekariyê ne û ew ji bo teqezkirina nirxên welatîbûn û redkirina taîfîperestiyê, derfet in."
Rêveberiya Xweser bang li hikumeta veguhêz kir ku rêzê li vîna sûriyan bigire
Li ser vê mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hikumeta veguhêz kir ku rêzê li vîna gelê Sûriyeyê yê li Perav û Başûr bigire.
Rêveberiya di daxuyaniya xwe de daxwaza rawestandina sorkirin û kînê kir û teqez kir ku tekane rêya derbaskirina vê qonaxa hestiyar, diyalog e.
PYD: Hikumeta veguhêz berpirsyara bûyerên li bajarên Sûriyê ye
Pariyta Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ragihand, ew ji bûyerên ku li bajarên Sûriye, nexasim ên li Humsê diqewimin bi fikar in.
PYD`e di daxuyaniya xwe de berpirsyariya rageşiya heyî li Sûriyeyê avêt ser milê hikumeta veguhêz ku heta niha nekariye hemû pêkhateyên welêt vehewîne û bawerî û ruhê neteweyî li cem gel biafirîne.
PYD`e teqez kir ku çareserî di diyaloga Sûriye-Sûriye û hevkariya giştî ya hemû pêkhateyan de ye.