Karwan Gezneyî diyar kir ku ew dixwazin mafê gelê Kurd li Bexdayê di warê destûrî de bê parastin û got: “Pêwîste li Bexdayê yek deng û yek reng bin.”
Her wiha berdevkê YNK'ê li ser avakirina hikûmetê wiha axivî :“Ji bo avakirina hikûmetê em li ser biryarên xwe ne. Em ji bernameya YNK'ê ya ji bo avakirina hikûmetê ya li gel PDK’ê ne poşmanin. Em li bendê ne aliyên din jî poşman nebin.”
Gezneyî wiha domand:
“Bexda kûrahiya stratejîk ya herêma Başûrê Kurdistanê ye. Em ê bi du projeyan tevlî hikûmetê bibin. Projeyek siyasî û yek aborî ye. Ji bo wê bi hêvîne ku hemû aliyên Kurdî bi yek deng û yek reng ji bo çareseriya pirsgirêkan biçin Bexda."